Îsraîlê piştî 10 salan cara ewil rasterast bi Lubnanê re muzakere kir

Îsraîlê ragihand ku wê piştî 10 salan yekem danûstandinên xwe yên rasterast bi berpirsên Lubnanî re pêk bîne.

Îsraîlê ragihand ku piştî 10 salan dan û standinên wê yên rasterast bi rayedarên Lubnanê re çêbûn. Îsraîl daxuyand ku ev danûstandin di çarçoveya mekanîzmaya çavdêriya peymana agirbestê pêk hat ku beriya salekê bi Hizbullahê re îmze kiribû.

Berdevkê hikûmeta Îsraîlê Shosh Pedersen ji rojnamevanan re got: "Civîna li Lubnanê hewldanek destpêkê ji bo danîna bingehekê ya li ser esasê têkiliyên aborî û hevkariya di navbera Îsraîl û Lubnanê de ye."

Her wiha Pedersen anî ziman ku ev civîn encama hewldanên Serokwezîr Benjamin Netanyahu ên ji bo guhertina rûyê Rojhilata Navîn e.